Em kî ne

 

Yekîtiya mamosteyên bakur û rojhilatê sûriyeyê

Di sala 2013 an de hatiye damezrandin  , navenda wê bajarê Hesekê ye bakur û rojhilatê sûriyeyê , saziyeke çandî , civakî û xizmetkarî ye ji saziyên civaka sivîl e serbixwe ye herwiha  nûnertiya mamosteyên bakur û rojhilatê sûriyeyê dike û herdem di nav hewldanê de ye ji bo pêşxistina asta mamosteyan û qada perwerdeyê li gel parastina mafên endaman û destkeftiyên wan bi hemû rê û rêbazên rewa di heman demê de pêşxistna derfetên  pîşeyî yên girêdayî karê mamosteyan , hejmara endaman 40 hezar in .

 

Avahiya yekîtiyê

Yekîtiya giştî

Şax

1 cezîrê

2 dêr el zor

3 reqa

4 tebqa

5 firat

6 minbic

7 Şehba

8 Heleb  

Komîte

1 hevserokatî

2 komîteya erşîfê

3 komîteya darayî

4 komîteya kar û barên tenduristî

5 komîteya çalakî , çand û ragihandinê

6 komîteya dadwerî

7 komîteya jinê

8 komîteya rêxistinî

9 komîteya piroje û koperatîvan

armanc

Yekirina tekoşîna mamosteyan ji bo gihîştina dadmendiya civakî, wekhevî û prensîba derfetên wekhev, û girêdana têkoşîn û daxwazên mamoste bi tekoşîna gel û daxwazên wan  ve.

Pêşkêşkirina pêşinyaran ji bo pêşxistina xebata perwerdehiyê û fêrkirinê wekî xebatek hilberîner û beşdarûna pêşxistina jêhatbûn û lêvegerandina karkeran di warê perwerdehiyê  de

Beşdarî bilindkirina asta pîşeyî ya mamosteyan, kûrkirina bîrewerî û şopandina   perwerdehiya wan da ku berpirsiyariyên xwe bi bandorek mezin bigirin.

Serpereştî û parastina berjewendiyên heyberî, razberî, tenduristî, civakî û çandî yên  mamosteyan û parastina mafên wan û dabînkirina erkên xwe.

Xurtkirina rola mamosteyan di belavkirina çanda parastina jîngehê de , raberîkirina perwerdehiyê ji bo peydakirina hewcedariyên geşpêdanê û amadekirina çarçoveyên pêwîst  ji bo avakirina bingeha teknîkî ya pîşesaziyê ji bo civakê û bal kişandina li ser hemî aliyên zanînê bi rengekî ku xizmeta geşepêdan gişt di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.

Alîkariya ji bo çavdêriya gelêrî li ser karên perwerdehiyê û hîndekariyê ji bo ku ew erkên  xwe baş pêk bînin.

Handankirina pêşxeriyên afirîner û behredariyên hizrî di nav mamosteyan de, Handankirina  xwendina bilind û lêkolîna zanistî, û parastina mafên nivîskar û dahênerên ku di warên perwerde û fêrkirinê de dixebitin.

Pêşxistina pêwendî û têkiliyên derveyî bi rêxistinên mamosteyên cîhanê re li ser bingeha  berjewendiyên hevpar, rêzgirtin û hevkariya di navbera gelan de, û girêdana têkoşîna mamosteyan bi têkoşîna gelan re

Hevkarî bi rêxistinên gelêrî û yekîtiyên pîşeyî re ji bo pêşxistina berjewendiya neteweyî.

 

    Nejandina nirxên welatparêzî di dilê mamosteyan de, giranî danîna ser nirxê şehadetê û  birûmetkirina şehîdan .

Parastina zimanê zikmakî û rêzimana wê , lênihêrîna hînkirin û dabînkirina ewlehiya wê di civakê de .

Pêwendiya bi Rêxistinên Herêmî û Navneteweyî re

 

– Yekîtiya Mamosteyan tevlî rêxistinên herêmî û navneteweyî yên mamosteyazdibe û bi riya wan hewl dide ku têkoşîna mamosteyan li cîhanê bikin yek û têkoşîna wan bi têkoşîna girseyan ve girêbide.

 

– Yekîtiya Mamosteyan ji bo tekoşîna hevpar a piştgirîkirina tevgerên rizgariya neteweyî, koşînkirina her cûreyê helandin û tunekirinê li dijî gelan, afirandina perwerdehiya demokratîk û çandina hezkirinê di nav gelan de bi rêxistinên navneteweyî yên mamosteyan ve girêdayî ye.

 

– Biryara endambûna rêxistinên herêmî û navneteweyî an vekişîna ji wan bi biryara Encûmena Giştî tê girtin.

 

Yekîtiya Giştî ya Mamosteyan dê şandeyan, belavokan û pîşezaniyan bi rêxistinên herêmî û navneteweyî yên mamosteyan re biguheze.

 

Yekîtî, bi biryara Nivîsgeha Cîbicîkar, bexşên ku ji alîyê Yekîtiyên dost ve ji bo xwendin, zanyarî an perwerdekirin li peymangehên Yekîtiyê, an dermankirina tenduristiyê têne peydakirin, dipejirîne, û her weha mafê wê heye ku pişgiriyên bi vî rengî pêşkêşî delegeyên van Yekîtiyan bike, piştî erêkirina aliyên peywendîdar.

 

– pêwendiyên herêmî û navneteweyî tenê bi Nivîsgeha Cîbicîkar a Yekîtiya Giştî û Encûmena wê ve girêdayî ne.

– Ger yek ji endamên yekîtiyan di dezgehên rêveberyê yên mamosteyên herêmî an biyanî de ji bo peywiriyê were hilbijartin, maf wî heye ku di xola desteya hilbijartî de bêyî xola hilbijartinên di Rêveberiya Xweser de, li cihê xwe bimîne.

 

 

 

                        

 

 

 

 

 

 

Back to top button