
pêk tê 1 Dêrik 2 girkê legê 3 til koçer 4 til hemîs 5 ceza 6 til berek 7 çilaxa 8 tirbesipiyê 9 qamişlo 10 amûdê 11 hesekê 12 şedadê 13 dişîşa 14 mergeda 15 erîşa 16 hol 17 mexrûm 18 dirbêsiyê 19 zirgan 20 til temir 21 serêkaniyê
Yekîtiya mamosteyên cizîrê ji yekîtiyên yekem in ku hatine avakirin li ser asata rojava û bakur û rojhilatê sûriueyê di sala 2013 an de , herwiha serkêşiya sîstema perwerdeyê kir bi hevkariya saziya zimanê kurdî , piştî herikîna şoreşê û bi navê yekîtiya mamosteyên kantona cizîrê hat damezrandin heya sala 2014 an .
Yekemîn konferansa mamosteyên herêma cizîrê hat lidarxistin di 22.2.2014 an , de herwiha konferansa sêyemîn di dîroka 7.1.2017 an de li ser asta herêma cizîrê tê de hevserokatiya yekîtiya mamosteyên herêma cizîrê hat hilbijartin û sê komîteyên sereke hatin avakirin komîteya erşîf , tenduristî û darayî .
di sala 2018 an de , yekîtiya mamosteyan tevlî tevgera civaka demokratîk tev dem bû ya ku hemû yekîtî , komele , ode û rabîtan digre nav xwe.
Pişt re kar li ser asasê du kantonan hat bi rêxistin û rêvebirin kantona Qamişlo û kantona Hesekê û bi her kantonekê ve gelek bajar û navçe girêdayî ne heya nîva duyemîn ya sala 2022 an ku jinûve sazkirina herêm û kantonan hat destpêkirin careke din herdu kanton di bin navê kantona cizîrê hat ragihandin .
Piroje
- pirojeya pirtûkxaneyan ya ku li bajarên amûdê , dûrik û tilhemîsê hatin vekirin
- sendûqa hevgirtina civakî tê de bedela nişterkariyan tê dayîn
- lênûsa tenduristiyê li gorî wê peyman bi sazî û dezgehên tenduristî re tên girêdan wek yekîtiya dermansazan , bijîşkan herwiha navenda medînê ya çavdêriya zarokên nû çêdibin û navenda bîsan ya çavdêriya zarokên tewehid bi wan re bi rêjeya 50 % kêmkirin
- çalakiyên werzîşê wek şetranj , goga piyan û ya destan
- pêşwazîkirina rapor û dozên parastina mafên mamoste û endaman .
hejmara endaman 22280 ne .