Çalakî

Di berdewamiya plansaziya xebatê Yekîtiya Mamosteyan de

ji bo mamosteyên

bajarê Hesekê dewreyeke alîkariya destpêkê hate vekirin.
Nivîsgeha Yekîtiya Mamostayên Hesekê bi hemahengiya Heyva Sor a Kurd û bi hevkariya Desteya Perwerdeyê dewreyeke alîkariyên yekem bi dawî kir û tê de 240 mamoste li ser pirensîpên bingehîn ên alîkariya yekem hatin perwerdekirin û ji bo her beşê du rojan li sê beşan hatin dabeşkirin. Hêjayî gotinê ye ku armanca van kursan ew e ku di her dibistanekê de pisporek alîkariya yekem hebe ku di her rewşek awarte û tenduristiyê de hemî tedbîran bigire, ji bo parastina tenduristiya zarok û mamosteyên me.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button