Çalakî

Yekîtiya Mamostayên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta meclîsê civîna xwe li dar dixe

Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kantona Reqayê bi amadebûna her 8 şaxên yekîtiyê civîna xwe li ser asta meclîsê lidar xist.
Civînê bi xwendina raporên çar mehên derbasbûyî dest pê kir û beşdaran rewşa rêxistinî (encamên civîna yekem a encumenê, kongireya giştî, rewşa darayî, xizmetguzariyên tenduristî û yasayî û hemû karên komîteyan) nirxandin. Pêşniyarên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo Perwerdehiyê yên sala 2024an û projeyên ku dikarin di pêşerojê de werin cîbicîkirin jî hatin gotûbêjkirin.
Pêşniyar û encamên civînê ev in:
1- Şopandina encamên konferansê, bi taybetî têkildarî ger û serdanên endaman û belavkirina rêziknameyê li ser endaman di dibistanan de.
2- Lidarxistina civînan bi endaman re li ser asta parêzgeh û herêmê li hemû federasyonan.
3- Hemû federasyonên ku xwedî sîstema fonên hevgirtinê ne, divê xizmetên sindoqê ji nû ve binirxînin, di bendên wê de guhertinan bikin û li ser asta herêmê avakirina fonan pêşniyar bikin.
4- Di warê têkilî û ragihandinê de jî divê peywendiyên nû bên koordînekirin û vekirin û aliyê ragihandinê bê xurtkirin.
5- Ravekirina peymana civakî û sîstema konfederasyonê ji aliyê rêveberiyên sendîkayan ve û nîqaşkirina wan di civînan de.
6- Pêwîste hemû federasyonên parêzgehan bi hev re danûstandinê bikin û pêşniyaran li ser mijarên hevbeş û xizmetguzariyên ku pêşkêşî endaman dikin biguherînin.
7- Ji aliyê Yekîtiya Giştî (Komîteya Perwerdeya Navçeyê – Yekîtiya Giştî – Rêxistinên Civaka Demokratîk) civîneke koordînasyonê hat lidarxistin.
8- Pejirandina pêşinyarên Netewên Yekgirtî derbarê kalîteya perwerdeyê – berdewamiya pêşdebirina pîşeyî ji bo mamosteyan – başkirina jîngeha kar û başkirina rastiya jiyanê ya mamosteyan bi daxwaza zêdekirina mûçe û aktîvkirina sîstema teşwîqê û cewherê kar.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button