Çalakî

Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya giştî li dar xist -2

Yekîtiya Mamostayên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna desteya rêveber a Konfedralya Rêxistinên Civaka Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê herwiha hevserokên yekîtiyê li kantonan a civîna meclisa giştî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidardixe.

  Îro Yekitiya Mamostayan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya Konfederaliyê ya li kantona Reqayê civîna meclisa xwe ya giştî li dar xist. Bi beşdarbûna desteya rêvebir ya konfedraliya civaka demokratîk û û hevserokên yekîtiyê li kantonan .

  raporên xebatên perwerdeyê yên ku di çar mehên borî de hatibûn pêşkêşkirin hatin xwendin û kar her kantonekê hate nirxandin, bi taybetî, tekezî li ser vekirina dibistanan û amadebûna mamosteyan ji bo sala nû kirin. Her wiha amadebûyan li ser zehmetiyên ku di destpêka sala xwendinê de ne û mekanîzma peydakirina rê û rêbazên guncaw ji bo çareseriyê gotûbêj kirin.

 Herwiha di civînê de çendîn pêşniyar hatin pêşkêşkirin, ku ya herî girîng 1_ Danîna stratejî û planên karekî nû .

  2_Pêdiviya pejirandina taybetmendiya her bajarekî di aktîvkirina sendûqên hevgirtinê yên bijarte de

  3_Guhertina kerta endamtiyê .

 4_avakirina Encûmena Perwerdeyê

 5_Nirxandina karê endaman

 6_ Amadekirina ji bo pîrozkirina roja mamosteyan

 7_ Pabendbûna bi lidarxistina civînên mehana li bajaran û aktîvkirina rola nûnerê yekîtiyê di dibistanan de .

 8_Nirxandina destpêka sala xwendinê piştî mehekê ji vekirina wê.

 9_Kar ji bo lidarxistina civînên hevahengiyê di navbera yekîtî û dezgehên perwerde û rêkxistinî yên peywendîdar bi mebesta lêkolîna rewşa xwendinê û rewşa mamostayan.

 10_Bi sedema hijmareka zêde ya dest ji kar berdanê li kantonan lêkolîn li ser bêne kirin.

 11_Belavkirina broşurên li ser erkên mamosteyan di nav mamostayan de, û çawaniya serkeftin û geşepêdana karê yekîtiyê.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button