
Yekîtiya Perwerdeyê ya Elmanya di peyameke nivîskî de ji Yekîtiya Mamosteyên Şehba û Efrînê re dilgiraniya xwe û hevxemiya xwe ya tam bi sivîlên derbider ên herêmên Şehbayê nîşan da.
Federasyona Elman piştî dagirkirina Şehba ji aliyê çeteyên Îslamî ve, tekezî li ser wê yekê kir ku divê bi Yekîtiya Mamosteyên Şehba re xebatên xurt bikin. Bang li sivîlan kir ku bi awayekî ewle ber bi herêmên ewle yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve werin veguhestin .