ŞaxŞaxa Şehba

Yekîtiya mamosteyên herêma Efrînê

di sala 2012 an de hat damezrandin , bi hevkariya saziya zimanê kurdî SZK .

Li ser esasê  çend komîteyên sereke , mamoste hatin birêxistinkirin wek

                                                 Komîteya têkiliyan

  1. Komîteya darayî

  2. Komîteya Xizmetkarî

  3. Komîteya şopandinê

Kongreya yekemîn di sala 2013 an de hat lidarxistin bi beşdarbûna mamosteyên herêmê û rêzikname û şêwazê karkirinê nû hat dayîn ,  herwiha ev  xebat hat domandin heya sala 2015 an , dema lidarxistina gongreya komîteya perwerdeya civaka demokratîk KPC ku tê de yekîtiya mamosteyan wek pêkhateyek sereke ji komîteyên KPC hat ragihandin û bi hev re kar û xebatê perwerdê dan meşandin .

Di sala 2018 an dema lidarxistina kongreya tevgera civaka demokratîk tev dem ku bû sîwana hemû yekîtî û komeleyên sivîl , yekîtiya mamosteyan bû girêdayî tev dem ji aliyê rêxistinî ve û wek saziyek civaka sivîl xwe birêxistin kir herwiha di cileya sala 2022 yekîtiya mamosteyên herêma efrînê xwe jinûve saz kir û di civînek berfireh hevserokên yekîtiyê hatin hilbijartin û komîte hatin avakirin , hejmara endam û mamosteyan 1116 ne .

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button