Daxuyaniya
Daxuyaniya yekîtiya mamosteyên bakur û rojhilatê sûriyê ji bo destpêkirina sala xwendinê 2022. 2023

Daxuyaniya yekîtiya mamosteyên bakur û rojhilatê sûriyê ji bo destpêkirina sala xwendinê 2022. 2023
Silav û rêz ji mamosteyan û peyama wan a bilind re
Bi destpêkirina sala xwendinê ya nû em ji hemû mamosteyên xwe re salek serkeftî û bi coş di astên perwerdehî û rêxistinî de , dixwazin ji bo pêşxistina sîstema perwerdehî û xwendinê bi awayekî ku xizmeta daxwazên xwendekaran û malbatên wan bike bi ermanca bi destxistina xwendineke ku di bilindkirina kesayeta wan de bandor bike .
bi riya pabendebûna bi armancên yekîtiyê re, yên ku pêşkêşkirina pêşinyarên ku asta perwerdehî bilind dike esas digre , jiber karekî berhemdar e li gel beşdarbûna di pêşvebirina jêhatî û berhemên xwendekaran , herwiha xurtkirin û bilindkirina jêhatî û ramanên xwendekaran û avakirina nirxên netewî di dilê wan de .
pê ve girêdayî karê rêxistinî yê yekîtiyê ya ku xwedîderketina li berjewendiyên mamosteyan yên madî û manewî û tenduristî , civakî û çandî û parastina mafên wan li gel misogeriya pêkanîna erkên xwe .
di qonaxa dawî de yekîtî awayekî goncav danî ji bo pêkanîna van ermancan bi riya avakirina sendoqên alîkariyê Û bilindkirina rêjeya daneyê ji mamosteyan re herwiha girêbesta bi bijîşkan û nexweşxaneyan re , û belavkirina kertên endamtiyê li gel tevlîbûna hin pirojeyên ku armanca wan zêdekirina xizmetê ji mamosteyan re , lewma parastina mafên mamosteyan û bersivdayîna daxwazên wan û nîqaşa bi aliyên peywendî dar e karê sereke bû , lewma bi pêşengtiya yekîtiya giştî xebatê rêze civînan hat lidarxistin ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên mamosteyan yên perwerdehî , aborî û civakî .
di derbarê bi hêzkirina têkilî û peywendiyên navxweyî yekîtiyê gelek civîn bi desteya perwerde û fêrkirinê re lidarxist ji bo pêşvebirina kar di milê rêxistinî de ji bo gihandina dengê mamosteyan ku bibe xwedî biryar di perwerdeyê de .
herwiha di asta xurtkirina û pêşxistina têkiliyan bi aliyên navnetewî re jî yekîtiyê karîbû peywendî bi yekîtiya mamosteyan li almaniya , birîtaniya û kordînasyona yekîtiya mamosteyan a navnetewî bi armanca sûdwergirtina ji tecrûbeyên heyî , di çarçoveya îmkanên berdest de em soz didin mamosteyên xwe ku ji bo bi hêzkirina milê rêxistinî û alîkarî kar bikin di riya zêdekirina civîn û danasîna ji yekîtiyê re herwiha pêşxistina sendûqên alîkariyan û avakirina pirojeyên nû , û dayîna sîstema silfa ji masmosteyan re , lewma derbaskirina kêmaniyên ku bûne sedema lewaziya kar esas dê werin dest girtin .
bi riya pêşxistina têkiliyan bi awayekî zelal di navbera hemû saziyên peywendîdar de , di kar û barên perwerdehiyê de herwiha sedemên lewaziya istratîciya perwerdê bi awayekî giştî li gel nîqaşkirina şaştiyên ku di minhacan de derbas dibin û derengmayîna sererastkirina wan ku nerîna mamosteyan esas were girtin . herwiha danîna sîstemek rast ji bo bicihkirina mamosteyan û girtina mamosteyên nû , û yên ku di sazî û dezgehên dîtir de kar dikin . pêve girêdayî çareserkirina pirsgirêka çûn û hatina mamosteyan biriya hevkariya bi yekîtiya mamosteyan re , ji bo girtina biryarên istratîcî di perwerdê de, û di derbarê mamosteyan de di riya avakirina meclisa perwerdê de , di demek nêz de . lewma dabînkirina jîngeheke aram ji mamosteyan û xebatkarên perwerdê re karê herî sereke ye herwiha tekezkirina li ser zêdekirina fonên mamosteyan û avakirina pirojeyan ji bo sivikirina barên aborî li ser wan , li gel dabînkirina alavên dibistanan di demên xwe de , herwiha tekezkirina li ser danûstandinên layiq bi mamosteyan û karên wan yê pîroz .
careke din em hêviyên saleke serkeftî û bi kêfxweşî ji mamosteyên xwe re dixwazin ku layiqî keda şehîdên ku xwîna xwe dan ji bo ronahiya zanistê bilind bibe di dibistsanên me de .
yekîtiya mamosteyên bakur û rojhilatê sûriyeyê
18.09.2022