ŞaxŞaxa Firatê

Yekîtiya mamosteyên herêma firatê

Yekîtiya mamosteyên herêma firatê di sala 2012 an de hatiye damezrandin heya salên 2014 an, dema êrîşa çeteyên daîş li ser kobanê ,  yekîtiya mamosteyan bi karê perwerdê  bi giştî radibû , heya ku desteya perwerde û sîstema komîteya perwerdeya civaka demokratîk hat avakirin yekîtiya mamosteyan jî pêkhateyeke sereke bû ji pêkhateyên perwerdê û li gorî vê karê xwe dida meşandin .

Di sala 2018 an de , dema lidarxistina  kongreyê tevgera civaka demokratîk tev dem û ew bû sîwana yekîtî û rêxistinên sivîl , yekîtiya mamosteyan jî bi awayekî yasayî tevlî nava tev demê bû û kar û xebatê xwe li wek saziyek sivîl meşand .

Kar û piroje

Girêdana peymanan bi bijîşkan re

Peyman bi nexweşxaneyan re wek EMEL û nexweşxaneya HEYAT bi rêjeyek kêmkirinê dighêje heya 25% ji mamosteyan re

Alîkarî dayîna ji rewşên tenduristî re 

Bi du navendên ku berçavkan çêdikin peyman hat girêdan bi behaya kêm heya 25% ji mamosteyan re

Girêdana peymanê bi peymangeha bilind a zimanan bi rêjeya 25 %

Bi navendên ku internêt didin peyman hat girêdan bi behaya 25 % kêmkirin ji mamosteyan re

Pêşkêşkirina silfe û qerdan ji mamosteyan re

Lidarxistina çalakiyên salane wek çalakiya goga piyan

 Girêdayî Yekîtiya mamosteyên herêma firatê şeş nivîsgehên ku li navçeyan belav dibin hene

ÇELEBIYÊ ,  QENAYA , QADIRIYÊ , SIRÎN , EYN ÎSA , KOBANÊ

HEJMARA ENDAM û MAMOSTEYAN 3700 IN .

 

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button