Şaxa Firatê

Yekîtiya Mamostayên Herêma Firatê bi Serokê Yekîtiya Mamostayên Eyaleta Nieder Sachsen re hevdîtinek pêk tîne

Yekîtiya Mamostayên Kobanî û Komîteya Têkiliyên Giştî ya Yekîtiya Mamostayên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Zoom civînek li gel berpirsê Yekîtiya Mamostayên Eyaleta Nieder Sachsen û berpirsê dosyaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Sendîkaya Perwerdeyê ya Almanyayê, di wê hevdîtinê de li ser çawaniya berfirehkirina peywendiyên dualî di navbera her du aliyan de gotûbêjeke berfireh hate kirin.
Her du alî li ser giringiya dostaniya di navbera her du aliyan de û çawaniya pêşxistina wê gotûbêj kirin, bi mercê ku dê dostaniyeke fermî bi rêya protokoleke fermî were encamdan û her du alî dê piştre îmze bikin.
Di hevdîtinê de Serokê Yekîtiya Mamostayên Eyaleta Nieder Sachsen sponsoriya komkirina alîkariyên pêwîst ji bo vegerandina du dibistanên bajarê Kobanî yên ku di encama şerê li dijî terorê û erdheja vê dawiyê ya ku li Sûriyê û Tirkiyê rû da, ziyan dîtine.
Herdu alî li hev kirin ku her sê mehan carekê civînên demkî li dar bixin, û Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vexwendnameyeke fermî ji aliyê din re şand da ku serdana herêmên wan bike da ku bêtir agahdarî li ser çi diqewime.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button