Şaxa Firatê
Beşek ji xwendekarên zanîngeha Kobanî derçûn

250 xwendekar ji zanîngeha Kobanî di beşên cuda cuda de derçûn, piştî ku qonaxa lîsansê bi serkeftî bi dawî kirin.
Xwendevanan sirûda netewî ya kurdî (Ey Reqîb) xwendin, û piştre çûn ser mezara şehîd Dicle li bajêr, ji bo spasiya şehîdan û qurbanîdana wan ji bo serkeftinên ku bi dest xistine.