ÇalakîWeşan

Meclisa Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê civîna xwe ya mehane ya yekem lidarxist

Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê

Meclisa Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê civîna xwe ya mehane ya yekem lidarxist
Roja 24.9.2022 yekemîn civîna mehane ya meclisa Yekîtiya Mamostayên Cizîrê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Bi amadebûna hevserokên a Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê M. Nesrîn Rešik û M. Casim El-Ebdullah Civînê bi deqeyek rêzgirtinê ser giyanê şehîdan dest pê kir .
piştre Ofîsên yekîtiyê li Cizîre dest bi xwendina raporên mehane kirin û gotûbêj kirin.
Herwiha pirsgirêkên endamê yekîtiyê di warê jiyanî, aborî û perwerdê de hatin niqaşkirin, ku ya herî girîng jî zêdekirina mûçeyane û derbaskirina kêmasiyên pirtûkên xwendinê bû ku di sala borî de derketibû holê, Herwiha nebûna pêdiviyên xwendinê yên wekî pênûs, ava vexwarinê û nebûna veguhestina mamostayan û pêwîstiya gotûbêjkirina van xalên girîng bi rayedarên pêwendîdar re.
M. Casim El-Ebdullah piştî xwendina raporan rewşa siyasî ya herêmê bi taybetî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî nirxand, Perspektîvên Tevgera Civaka Demokratîk TEV_DEM jî xwend û M. Nisrîn Reşak jî bal kişand ser rola nûnerên yekîtiyê di dibistanan de di qonaxa niha de û derbaskirina zehmetiyên ku rê li ber karê wan di nava dibistanan de digre.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button