Daxuyaniyek ji raya giştî re

Daxuyaniyek ji raya giştî re
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sivîlan didomin.
Di encamê de mamosta Hesen Ebdulezîz Ebdullah, birayê wî û 2 zarokên wî di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser mala wî ya li herêma Zirgan a dikeve bakurê bajarê Til Temirê şehîd bûn.
Em wek Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me û bombebarankirina sivîlan bi awayekî sîstematîk û bê qîmeta canê mirovan bi tundî şermezar dikin.
Berdewamiya van êrîşan wê aramiya herêmê têk bibe û wê ber bi tundûtûjiyeke zêdetir ve bibe. Civaka navneteweyî ji bo zextê li dewleta Tirk bike ku van binpêkirinên domdar rawestîne, gavên pratîk û cidî bavêje berpirsyar e
Parastina sivîlan û dabînkirina ewlekariya wan berpirsiyariyeke
navneteweyî ye ku divê hemû karê xwe bibîne .
Ji şehîdan re rehma xwedê û ji birîndaran re şifaya lezgîn.
Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
28 çile 2025