Weşan

DAXUYANÎ

DAXUYANÎ

zimanê kurdî bi qasî ku dîrokê tomar kiriye ev 10 hezar sal in li ser xaka mezopotamiyayê wekî zimanekî kevin û dîrokî dijî

di vê dîroka demdirêj de bi vî zimanê pîroz şaristanî neqişandiye , çand afirandiye , ji wê rojê û heya roja me ya îro bi zimanê kurdî jiyana neteweya kurd hatiye perwerdekirin . û kerwanê huner û wêjeya kurdî bi destan çîrok , helbest û stran ji kûrahiye vê dîrokê dest bi meşa xwe kiriye. û bi vê hunera xwe zimanê kurdî wekî evîn û hesreta gelê kurd a ji bo azadiyê wekî tîrêjên rojê çirûsiye

bêguman perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî girîng û bingehîn e , sedema hebûna mirov e . li zimanê xwe li çanda xwe xwedî derketin û pêşxistina wan pêwîstiya mirovbûnê ye .Rêber APO di vê derbarê de wiha dibêje ziman beden e , çand beden e, erdnîgarî beden e li bedena xwe xwedî derkevin

ji bo gelekî û netewekî wek netew û gelê kurd ku bi sedê sala ne zimanê wî hatiye qedexekirin ji çanda wî hatiye dûrxistin dîroka wî hatiye veşartin û bi hemû cureyên qirkirin pişaftin u talan kirinê re hatiye derbas kirin pêwîstiya ku zimanê xwe wekî bedenê xwe bibîn biparêze û lê xwedî derkeve heye di vê derbarê de

piştî destpêkirina şoreşa 19 ê tîrmehê li Rojavayê kurdistanê gelê kurd di hemû qadên civakê de xwe bi rêxistin kirin sazî , meclis û komîn dane avakirin herwiha şoreşa zimanê kurdî bû xeta herî sereke di nava civakê de hemû pêkhate bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeya xwe dibînin û diaxivin bê guman jî parazvanê vê pergalê mamoste bûn yên ku di pêşxistin û pêşvebirina zimanê kurdî de roleke girîng û sereke û bi bandor lîstin ku îro roj pergala perwerdeya pir zimanî û pir çandî li Rojava û bakur û rojhilatê sûriyeyê bûye mînak û çavkaniya demokrasiyê li şûna perwerdeya ku tenê yek reng yek netew yek ziman yek çand didît û hemû rengînî û zengînî û dîroka gelan inkar dikr . mînaka wê ya zindî dewleta tirk a qirker e ku di sedsala 21 an de , gel û zimanê kurdî inkar dike û hemû cûreyên pişaftinê û dagirkirinê bi kar tîne

em wek yekîtiya mamosteyên bakur û rojhilatê sûriyeyê vê rojê li hemû mamosteyan û xebatkarên zimanê kurdî û zikmak û hemû hezkiriyên zimanê kurdî pîroz dikin

lewra gereke hemê roj wek 15 ê gulanê were dîtin û asta xebat , xurtkirin , têkoşîn û danasîn û da jiyîna zimanê kurdî were bilind kirin

bijî zimanê kurdî

Yekîtiya mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

15.05.2023

[email protected]

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button