Daxuyanî

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî yekîtiya mamosteyên Kantonên Efrîn û Şehbayê ya tevgera civaka demokratîk TEV_DEM daxuyaniyeke bi beşdarbûna endamên yekîtiya mamosteyan û meclisa TEV_DEM li dibistana Ş.Egîd Cilo ya gundê Ehdas ji bo raya giştî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin
Daxuyanî Ji Bo Raya Giştî
Di 15’ê Gulana sala 1932’an de bi pêşengiya Mîr Celadet Elî Bedirxan. li peytexta Sûriyê li şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê Kurdî bi tîpên latînî hatiye xwendin û nivîsandin
Zimanê Kurdî di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî siyaseta qedexekirin, qirkirin û zextan hatiye. Têkoşînkirina me li hemberî vê siyaseta qirêj berdewam dike. Kovara Hawarê di geşedan û peşveçûna Zimanê Kurdî de roleke dîrokî ya herî girîng lîstiye. Kovara Hawarê ji sala 1932 haya 1943’an de 57 hejmarên bi zimanê latînî û Erebî weşandin. Lewra roja destpêka weşana Kovara Hawarê weke Cejna Zimanê Kurdî hatiye pejrandin û tê pîrozkirin
Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelê Kurd di hemû qadên civakê de xwe bi rêxistin kir, sazî, meclîs, komîn dane avakirin. Her wiha şoreşa Zimanê Kurdî bû xebata herî sereke di nava civakê de, her weke din hemû pêkaheteyên li herêmê jiyan dikin perwerdeya metrialyan (Seretayî, navîn, amadehî, peymangeh û xwendina bilind) bi zimanê xwe yên zikmakî dibînin (ereb, armenî, aşorî û hwd)
Piştî deskeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê perwerdehiyê ve gel hêza hebûna nasnameyên xwe nîşan dan. Êdî dewleta Tirk a faşîst û tevî çeteyên xwe ji vê gavê tirsîn bi hevkariya Rêjîma Sûriyê dest bi êrîşên hovane kirin, gelê Efrînê bi darê zorê ji war û cihên wan koçber kirin. Her wiha bi hezaran xwendekar ji xwendina xwe bêpar man. Piştî dagirkirina herêma Efrînê, dagirkereiya dewleta Tirk gelek binpêkirin li ser gel û di herêmê de pêk anîn, di nav van kiryaran di cihên dibistanan kirin bargehên leşkerî û perwerdeyên ola Îslamî ya radîkal. Her wiha hin dibistan kirin cihên Êşkenceyan
Em Yekîtiya Mamosteyên kantonên Efrîn û Şehbayê Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd û hezkiriyên zimanê Kurdî pîroz dikin, her wiha em bangawaziya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên Mirovan a cîhanê, û rêxistina mafê zarokan (UNISF) dikin, ku bi helwesteke exlaqî û cidî ji bo parastina mafên zarokan bi taybet zarokên koçber bûne. Li hemberî dewleta Tirk û hevakarên wê sekna xwe nîşan bidin da ku xwendekar û zarokên koçber vegerin herêmên xwe û perwerdeyên xwe bi zimanê dayîkê yê zikmakî li cihên bav û kalan bibînin, her wiha zexta ku li ser zimanê me were rakirin û zimanê Kurdî di nava zimanên navneteweyî de bibe zimaneke fermî ya perwerdehiyê
Yekîtiya Mamosteyên Kantonên Efrîn _Şehba
Dibistana Ş.Egîd Cilo (Ehdas)
14.05.2023