Weşan

Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtina mamoste Soma şermezar kir

Dadgeha Îranê bi tohmeta ku kom û rêxistinên ji bo têkdana ewlekariya Îranê organîze kiriye, 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê Kurdî Soma Pûr Mihemedî birî.

 Ji aliyekê ve ev tohmetên li ser mamosta Soma berovajiyê rastiyê ne û ji aliyê din ve ji aliyê rejîma Îranê ve weke kulmekê bo rewakirina kiryarên xwe yên nemirovane li dijî mamosteyên rojhilatê Kurdistanê tên bikaranîn.

 Mamosteya hêja Sûma hînî zimanê Kurdî ji gelê xwe re dikir û di heman demê de endama komîta navendî ya rêxistina Nûjîn e, lewra ew tawanên ku piştî wê hatin zîndanîkirin, derew û dûrî rastiyê ne in.

 Em wek Yekîtiya Mamostayên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , kiryarên qirêj ên rejîma Îranê û girtina mamosta Soma di zindanan de bi tundî şermezar dikin, û em vê yekê wek binpêkirina eşkere ya mafê xwendinê li Sûriyê dinirxînin. Zimanê zikmakî û binpêkirina destûr û peymanên navneteweyî yên parastina rûmet û mafên mamostayan, em jî hevxemiya xwe bi malbata mamoste Soma re radigihînin.

 Em wek Yekîtiya Mamostayên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser erka xwe ya li hember mamosteyên hemû cîhanê, em ê doza Soma bigihînin rayedarên têkildarî mafên mamosteyan da ku rejîma Îranê ji biryara wê ya nehiqûqî ya li dijî wê derbixin. û ji bo ku doza wê bigihê raya giştî ya navneteweyî.

 Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

 sêşem 4/23/2024

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button